Zarokjiberkirin / Zarok jiberxwekirin
Abortion
Fîlmê di derbarê alavên xweparastinê de nîşan dide ku dema tu seksê bikî, tu ê çawa xwe biparêzî da tu avis nebî. Riyên cihê ên xweparastina li dijî avisbûna bêdaxwaz hene, bo nimûne p-piller û spiral. Tu dikarî kondomê jî bi kar bînî. Kondom gava mirov seksê dike, mirov hem ji avisbûna bêdaxwaz hem jî ji nexweşiyên cinsî diparêze.
Di fîlm de tê gotin ku divê spîral piştî sê an pênc salan were guhertin. Piştî fîlm hate çêkirin, qaîde hatine guhertin û hin spîral dikarin demeke dirêjtir di hundir de bimînin. Ji pîrika xwe ya zarokan bipirse ka ji bo te çi derbas dibe.
Di fîlm de herwiha tê gotin ku eger mirov jibîr kiribe heba P a asayî xwaribe, heba P ya acîl kar dike. Lê awayekî heba P a acîl heye ku eger mirov heba P bistîne gereke mirov wê bikar neyêne. Ji bo tu şaşî nebin ji pîrika zarokan bipirse.
Axaftina bi hinan re ya li ser fîlm dikare girîng bête hîskirin û têgihiştinên nû peyda bike. Dibe ku pirs û ramanên te hebin ku baş e tu bi kesên din re par ve bikî ji berdêla tu bi serê xwe li ser bifikirî. Bi parvekirina bi me re û guhdarîkirina hev, em dikarin piştgirîyê bistînin û bi hev re fêr bibin.
Ma tu dixwazî grûbekê ava bikî û li ser fîlman biaxivî? Li vir tu dikarî bibînî bê ka tu çawa dikarî wê bikî.